8/28/10

Gelo karkirin di kanala TRT 6’ê de xiyanete?

Di her civakekê de, mafê destgihîştin bi zanyariyan û agehdarbûn ji rewşa welat û hikumetê, oksîjena demokrasiyê pêktîne, eger xelk nezanîbe di civakê de çi rû dide û eger karê hikumetê nepenî be, pişikdarî kirin di karê civakê pir dijwar dibe. Destgihîştin bi zanyariyan tenê mafê xelkê nîne, belkî merca bingehîn ya hikumet\ yan desthilata başe. Tenê desthilata xirab pêdivî bi karê nepenî heye di birêvebirana wan de. Wek (Amarta Sîn) aburî nasê xwediyê diyariya aştiya nobelê ya cîhanî balê dikişîne ser wê yekê û dibêje: di welatekê de ku demokrasî hebe û televîzyon û rojname û radiyo bi azadî bixebitin, tu car birçîtî bilav nabe.

Azadiya ragihandinê yek ji alavên bingehîn ya sîstema demokrasiyê ye û di welatekê de ku ragihandin nekaribe bi azadî li ser encamdana karê xwe berdewam be, ev hikumet ber bi dîktatoriyê diçe û hikumeteke totalîtere. Herwisa yek ji alavên bi bandor di ragihandinê de televîzyone û bi rastî niha televîzyon roleka pir balkêş di serxistina demokrasiyê di civakê de dilîze û baştirîn role di gihandina zanyariyan de dibîne û pirtelevîzyonî di welatekê de nîşaneya hebûna demokarsiyê di wî welatî de ye.

Hebûna televîzyonên bi nêrînên cuda cuda di civakê de mafê welatiyan e û dibiya hikumet bi vekirina televîzyonan rabin û bo dest gihîştina welatiyan bi zanyariyan alikariyê bide rêxistinên ragihandinê. Di vê navberê de û di welateka pir netewe û pir ziman de vekirina televîzyonên bi zimanên cuda cuda pêdivî ye.

Li turkiya ku welateke pir netewe ye û zimanê ciyawaz hene dibiya bi hemû zimanan programên televîzyonî bihatibana weşandin, û di wî welatî de ku (25) milyon kurd dijin û xwediyê ziman û çand û kultura cuda ne, vekirina televîzyoneka azad pêdivî e.



Herçend zor direng ket lê di roja (01/02/2009)’an, televîzyona TRT6 ku saziya dewleta turkiya ye, dest bi weşana xwe ya 24 seetî kir, televîzyonek bi zimanê kurdî ku bo cara yekemîne ji aliyê dewleta dagîrker ya turkiya hatiye damezirandin, bi awayekî fermî bi konserta du hunermendên kurd dest bi weşana xwe kir. li ser damezirandina wê kanalê nêrîn û gotin û daxuyaniyên cuda cuda hatin rojevê, ku em di wê gotarê de hindek ji wan nêrînan şirove dikin.



Destpêka weşanê bi peyamê serok komarê Tirkîyeyê Abdullah Gul û serok wezîrê Tirkîyeyê Recep Tayyîp Erdogan bi wergerandin bi ser zimanê kurdî hat weşandin. Gul û Erdogan pîrozbahîya weşana kurdî ya di çerçeweya pirzimanîyê kiririn û girîngîya destpêkirina weşana kurdî anîn ziman. Herwisa serok wezîr Erdogan bi pêşkeşkirina peyvekê vekirina wê kanalê bi cîgirkirina demokrasiyê di welat de dazazîn û bi destpêka vebûna derê Yekiyita Ewropayê bi ser turkiya dazanîn û bi zimanê kurdî bi xêrhatina wê kanalê kir û got: (TRT 6 li ser xêrê be).



Dewleteke realîs û nejadperest ku heya duh axavtin bi zimanê kurdî sûç dizanî îro bi vekirina televîyonekê bi zimanê kurdî radibe û serok wezîrê welat bi kurdî dipeyve, gelo eve wê vateyê nagihîne ku turkiya îtiraf bi hebûna neteweya 25 mîlyonî ya kurd di wî welatî de kiriye?



Renge bi meremên cuda cuda ev kanal ji aliyê partiya desthilatdar (AK Partî) ve hatibe damezirandin, ku yek ji wan nêrînan ku di rojevê deye, nêzîk bûna dema hilbijartinên bajarwaniyê di turkiya de ye û (AK Partî) bi wî awayî dixwaze piropagendeyên hilbijartinê bike û dengê piraniya kurdan bi dest bixe, bi her meremekê be ev niha hatiye damezirandin û bi zimanê kurdî pirograman diweşîne û dibe xelkê bakurê welat mifaheke baş lê wergirin.



Ji nav kurdan de jî nêrînên cuda cuda hebûn, rêzdar Celal Talebanî Serok Komarê Îraqê ev bi tişteke baş dazanîn û got: ev kanal di pêşerojê de ji (kurdsat tv) û (kurdistanê tv) baştir dibe. Herwisa serok komarê Amerîka (Barak Obama) vekirina vê kanala bi zimanê kurdî bi destpêka pêşkêşkirina mafê neteweyan di turkiya da zanîn û pîrozbahiya vekirina vê ji xelkê bakurê kurdistanê kir. Hindek alî û rêxistinên kurdî jî ev pirotisto kirin û xebata her kurdekê di vê kanalê de bi îxanet dan zanîn.

Gelo tu bêjî hunermendên wek Nîlofer û Rojîn ku di wê televîzyonê de û li ber çavê turkên radîkal û rayedarên dewletekê ku heya duh zimanê kurdî û li xwekirina kincên kurdî qedexe kiribû, bi kincên kurdî û bi zimanê kurdî distirin, rengê îxanetê lê bikeve?



Hindek alî hene îro Şivan Perwer, Nîlofer Akbal, Rojîn û ... bi xayin nav dibin, çawan dibe ku kesên ku heya duh welatparêz û mirovên baş bûn di navbera şevekê de bûn xwepiroş?

Kesekî/a ku xwe bi hunermend û rewşenbîr bibîne wan gotinan nake. Her kes ku di vê kanalê de kar dike ne xayine. Li ser wê mijarê behsa radyoya bexdayê tê kirin,

dibêjin Seddam jî radyoyek bi zimanê kurdî vekir û bi komkujiya Helebçe rabû. Lê bi rastî tu pêwendiya vekirina radyo bi komkujiya Helebçe re tune bû, ev du bûyerên ji hev cuda bûn.

herwisa hêjayî gotinê ye ku vekirina wê radyoyê arşîveke gelekî dewlemend ji Kurdan re hîşt. Heya niha em ji wê arşîvê li dengê Eyşe Şanê, Mihemed Arifê Cizîrî û Tehsîn Taha û gelekên din guhdarî dikin û eger ne ji arşîva radyoya Bexdayê bûya, wê gelek dengên hêja wenda bibûna. Gelo Tehsîn Taha û Arifê Cezîrî, yan jî Eyşe Şan, xwefiroş bûn?



Ez dibêjim bi taybetî Kurdên bakur, divê ji vê fersendê îstîfade bikin û hema ji her tiştekî re ku hîşta dest pê nekiriye nebêjin Şopa xiyanetê û Caşîtiyê ye.



Divê êdî kultura yekpartî, yektelevîzyon, yekrojname, yekdeng, yekreng, yekkinc û yekslogan ji nava me rabe. Bila bakur tenê bi televîyonekê nemîne, bila 10 televîzyon hebin... bila 10 partî û bi dehan rêxistinên ne di heman nêrînê de hebin, demokrasî ev e. Ez dibêjim pirsgirêk ne TRT-6 e, hinekan duh ji Kurd-1 re jî digotin ew kanala xwefiroşane û li dij derdiketin û program li ser çêdikirin...



Ji hindek televîzyonan tê xwestin ku di xwe de guhertinekê çêbikin û ji xwe bipirsin, sedema ku evqas kes ji me dûr in çi ye û sedema ku ji me direvin û diçin kanalên weke TRT û yên din çi ye..? Bi salane we sansur û boykot daniye ser bi dehan hunermend û rewşenbîran, hûn nahêlin yek kes li derveyî gotina we gotinekê bêje, eger îro kesek gotinekê berevajî gotinên we bike, roja din hûn wî ji televîyonê davêjin û piştre hûn wan bi xwefiroş û xiyanetê tewanbar dikin.



Ez nabêjim TRT-6 wê hêviya Kurdan pêk bîne û wê Yekîtiya Ewropa û welatên rojava bixapîne. Dewletên ku siyasetê kûr dimeşînin di vekirina vê kanalê de, çareserkirina pirsa kurdî nabînin. TRT-6 ne kanala çareserkirina pirsa kurdî ye û ne jî pêkanîna hemû hêviyan e, ev tiştekî eşkere ye, lê gavek e û divê mirov jê istîfade bike.

Hindek kesan jî ji riya dûr ve gotin ku turkiya dixwaze bi vê kanalê kurdên xwe çê bike, bi şirove kirina vê peyvê mirov wisa difikire ku belkî kurd robot bin ku tirkiya yan her aliyek bixwaze kurdên xwe çêbike, eger jî wisabe evan jî her ev siyaset şopandine û bi salane ku ji riya televîzyona xwe kurdên xwe çêdikin, gelo ji bilî siyaset û nêrîn û îdeolojiyên xwe evan tiştek din di televîzyona xwe de weşandine, rexne girtin mafê her însanekê ye û her kes dikare rexneyan bigre, belê raste dewleta turk dewleteke ku siyasetênn pir qirêj bi dijî kurdan şopandiye û dişopînin, hetmen di vekirina vê kanalê de siyasetên qirêjtir hene lê kurdên îro jî ev kurd nînin ku bên xapandin dema ku hun dibêjin kurdên xwe hun kurdan bi nezan didin zanîn lê ne wisane kurdên îro êdî ji aliyê tu kes û alî û dewletekê ve nayên xapandin, ez bawer dikim ku turkan bi salane xwestine kurdan bi siyasetên xwe bixapînin lê çima hun ku bi dijî vê siyasetê bi salane xebatê dikin her wê siyasetê dimeşînin, gelo nabe hun rexnan li xwe jî bigrin, gelo dema vê yekê nehatiye ku hun siyasetên xwe biguherin?

((Rêberê hertim zindî Dr. Qasimlo li ser siyasetkirina kurdan dibêje: em kurd dibêjin yan dibe rengê reşe be yan jî sipî, yan sed yan jî sifir, lê di navbera rengê reş û sipî de rengên din jî hene, herwisa di navbera hejmara sed û sifir de, hejmarên din jî hene)).

Renge ev televîzyon rengek di navbera reş û sipî de be yan jî hejmarek di navbera sifir û sed de be.



Êdî bila em jî fêrî bihîstina deng û dîtina şeklên cuda jî bibin.


Şakir Molayî

06.02.2009

No comments:

Post a Comment