2/13/12

Mandela: Wê dewleta kurdî were avakirin

Rêveberê Herêmî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li Kazakîstanê Wirya Qeredaxî ku ji sala 1991’an ve ligel NY’î kar dike behsa sê hevdîtinên xwe yên ligel Nelson Mandela dike. Wê demê li başûrê Afrîka wekî sazkerê NY’î yê karî çandî û avakirinê kar dikir.
Wirya Qeredaxî derbarê yek ji hevdîtinên xwe yên ligel Mandela ji Rûdawê re got: “Dema hilbijartina 1994’an temam bû û bû serok, em vexwendin. Dema ez çûm gel, min jêre got, ez bi navê gelê Kurd pîrozbahiyê li te dikim û hêviyê dixwazin ku rojek ji rojan kesayetekî wekî we ku 27 salan li girtîgehê bûyî, giringiyê bide pirsa Kurd.. Ji min pirsî, gelo pirsa Kurd gihaye çi astekê û min jî jêre besh kir. Wî ji min re got, dibe ku ne tu û ne jî ez, Kurdistanekî azad bibînin, lê wê nifşek bê û wê dewleta serbixwe ya Kurdî bibînin. Hûn hêjayî dewletê ne, ji ber hûn gelekin û qet baweriya xwe ji dest nadin.” Rûdaw

No comments:

Post a Comment