Nivîskar û rojnamegerê Tirk ê naskirî Mihemed Elî Bîrand der barê pêvajoya 28'ê Sibatê ya li dijî Serokê PKK'ê Ocalan pêk hatî de da diyarkirin.
ku di girtina Serokê PKK'ê Ocalan de tenê rola Emerîka hebû. Bîrand di bernameyê de bal kişand ser pêvajoya girtin û radestkirina Ocalan bo Tirkiyê û got ku "Tu rola MIT'ê di girtina Ocalan de nebû. Tenê MIT'ê Ocalan girtî radest kir û anî Tirkî." Bîrand van gotinên xwe vedigerîne ser hevpeyvînên ligel berpirsên Tirkî re kirî. Bîrand her wiha dibêje ku, mercê Emerîka ew bû ku tu ziyan negihe Serokê PKK'ê û divê bi dadmendî were darizandin. Tirkiyê jî mercê Emerîka qebûl kiribû. Bîrand dide diyarkirin ku MIT'ê tiştek nekiriye, tenê weku "posteçî pakêta xwe girtiye û anî ye." Bîrand dibêje ku, di hemû pêngavên girtina Serokê PKK'ê Ocalan de Emerîka hebû.
Avestakurd
No comments:
Post a Comment