Vîkîng birastî gelek jêhatîbûn ji ber çêkirina çekdanîna , û li gur wê "zemanî merov dikare du "rengan ji şûran wê bide nasîn , a yekemîn bû li derdora mitrekî bû û ji herdo alîyeve hêgekirîbû, a dûyemîn hinekî bi çûk û giranbû lê belê ji alîkî tenêve hatibû tûjkirin û bi navê sax hatibû naskirin .
Lê belê wisa jî bi tiviran şer dikirin , û du reng ji teviran bi wan hatibû naskirin , destikê yekemîn kort bû jêra dihat gotin tivirê destan ew ji ber cenga hundirê malan an cenga ser gemyan gelek tezebû , lê belê destikê tivirê duyemîn dirêj bû û baştir bû ji birîna hemî tiştan bipêk danîn .
Û bi wê awayî jî jîrekbûn di şere tîrkîvanan û lê belê dirêjbûna tîrê Vîkîng mîna dirêjbûna mirovekî bû .
Ji ber ew cane xwe biparêzin pêwîst bû ku cilên parastinên li xakin , û xozê bidine serîyê xwe , cilên parastinê ji text û hesin hatibû cêkirin , û bi rengên tîr û vebroqî hatibû yaxkirin , lê belê xoza serî ji eyêr hatibû çêkirin , ji ber li hemî bajarên îskendenafîyan xozek tenê ji hesin hatibû dîtin , li gor neqşên wê demê xûye dike ku xozên wan bi qûçbûn , lê ew ne raste.
Li der dora sala 800 kolonîya Vîkîng dest pê dike û êrişê dibin ser miletên nenas , gelek xacxaneyên zengîn bi destê wan tê xirakirin , zêr û zîv jî tê talankirin , û bi wê awayî agir berdabûn malên xelkê û merov jî dibûn êsîr û pişre dihatin frotan mîna xizmecîyan .
Gelek Vîkîngê Danmarkê kuç barkirin û çûne îngilîsê , hinek ji wan di rêya behrê re gîhabûn bajarên Firansayê û Spanyayê , lê belê hinek ji wan qetîn û li hemî şewatian" derya spî geryabûn .
Salek ji salan gelek gemîyên Vîkîng di rêya çema Seinen li Fransayê digînin Parisê û bajêr dikin bin rûla xwe , Mîrê Franseyê gelek ji Vîkîng ditirsî û qet nikarî dijî wan bisekînye , lewre jî bi bela wan ji ser xwe derdixe bi razîbûna perara ew jî sipasîya Mîr dikin û vedigerin welatê xwe , ji ber armanca wan pere bûn , û wisa jî distînin bêgo şer bikin tevî talan û kuştinê .
Salekê pişre Vîkîng vedigerin Parîsê û pera ji Mîr distînin , û bi wê awayî jî cara sêyemûn û çaryemûn bi pêk tînin û pera ku jêre dihatgotin " danegæld " .
Piştî demekê Vîkîng raman dibin ku dikarin karekî din bi pêk bînin bêgo şer û talanê tevî kuştinê berdewam bikin , lewre jî gelek koçê xwe bardikin û derin welatên din û wisa jî dibin cotkarên aştîxazî . li îngilîsê welateke mezin bi destê denîmarkan tê avakirin û jêra tê gotin " Danelagen " , û zimanê wan heyanî noha dijê li bajarên wek " Grimsby û Derby " , lê belê wisa jî hinek diçin bakorê Franseyê û navçeyekê bi navê xwe avadikin jêre heyanî noha tê gotin li bin navê " Normandiet " .
Lê belê gelek Vîkîngê Nerwêcê koçê xwe bardikin û diçin Irlandeyê û Skotlandê , hinek ji wan diçin Islandê og Grǿnlandê û biryarê distînin ku li wir jîna xwe berdewam bikin , û wisa jî dighînin Amerîkayê û tînin nasîn berî Columbus bi 500 salekî .
Vîkîngê Siwêdî jî ber ve rojhilatê diçin di rêra çemên mezin ku dighînin Ukrainê û Ruslandê , û li wir bi navê " rus " têne naskirin .
Baweriya gelê Vîkîng bi pir Xewdan dihat , lê belê xewdayê tevî pîroztir bi navê Odîn hatibû naskirin , û hemî gelê Vîkîng di bê gotinên Odîn bi pêk bînana ji ber xewdayê tevî jîrektirbû , le belê wisa jî fîyetê wê dide , û lewre jî çavekî xwe kûr dibe ji ber jîrekbûnê .
Odîn dizanî ku çi wê bibe li pêşerojê ji ber wê jî bi pêk bîne du qirek peyda kiribûn û her sibehê herdo teyrok difirîyan û diçûn hemî jîhanê dema êvarê vedigerîn ji Odîn re xeber didan çi dîtine û bîstine , lê belê Odîn jî dikarî li hemî jîhanê bigerya ji ber hespê xwe bi heyşt lingabû ku li banî bazdan dikir mîna erdê .
Xwedayê ku Vîkîng bitevahî jê hezdikirin dihat nasîn bi navê "Thor" ew jî pêhlewankî gelek jêhatî bû , çekê wî tevirekî mezin û qaling bû , gava ku davêt hertim vedigerî û diket destê wî , lewre jî ew dibe nîşanek û Thor wisa jî heyanî dema em dijên .
Bi wê awayî "Tyr" dibe xwedayê cengan û roja Tirsdag li gor navê tê belavkirin , wek ku roja Onsdag bi nave Odin tê belavkirin , û bê goman roja Torsdag bi nave Thors belavdibe , lê belê jina Odin jî navê xwe dide roja Fredag .
Îro merov dikare gelek bajar û deverên îskandenavîyan bi navê Xewdayên Vîkîng bibîne mîna Odense ku ji Odin hatîye , û gelek bajarên biçûk mîna Thorslunde û Thorsǿ bi Thor tê navkirin .
Wisa jî gelek kolan bi wan têne naskirin mîna Mimersgade , Baldersgade û Ǽgrisgade . Navên zarokan û keçikan bi wan têne navkirin mînak : Troels , Torben ji Thor hatine , û wisa jî navên keçîkan mîna Sif û Freja .
Vîkîng bi Xewdayê xwe re digotin " aser " ku li deverekê li ezman dijîn jê re digotin " Asgård " , di nîvê asgård de qonaqa wan hebû " Valhul " , li wir mirîndarê cengan xewdayê xwe didîtin , lê hemî kesên din gava dimirin diçûn cehnimê , deverek reş bi tirsbû .
Tê gotin ku dijminên Xewdayên Vîkîng hebûn , ew jî şeytanbûn jêre digotin Jætter û li Udgård dijîn , wesa jî dixastin ku bibîsin çi li hemî jîhanê ava dibe , ew jî mîna aserne pehlewan bûn .
Vîkîng bawerî dikirin ku di dawîya jînê de cengek di navbera jætter û aser de peyda dibe , û jætter alîkarîyê ji Fenrisulven û Midgårdsormen.
Zerdet Qadî
No comments:
Post a Comment