8/28/10

Li Kanadayê 3 terorîstên ser bi Îranê hatin girtin

Kurdistan – Hat ragihandin ku 3 terorîstên ser bi Komara Îslamî ya Îranê li Kanadayê hatin binçav kirin.


Li gorî malpera “Frans Press”, polîsê welatê kanadayê 3 kes bi tawana hewldan bo encamdana karên terorîstî di vî welatî de kirin bin çavan ku pêwendiya rastevxwe bi Komara Îslamî ya Îranê û çend welatên din hebûne.

Bi gotina berpirsên polîsê Kanadayê kesên girtin alavên zaf bo duristkirin û berhemanîna bomban hebûne ku ji hêla polîs ve dest bi ser de hatiye girtin.

Li gorî çavkaniyê navê 2 kes ji wan ku xelkê Rojhilatê Navîn in Hîwa Elîzade û Misbahedîn Ehmed e û kesê 3’em jî bi regez xelkê Kanadayê ye û navê wî nehatiye aşkera kirin.

Çavkaniya han belav kiriye ku ev cara yekê nîne terorîstên ser bi Komara Îslamî ya Îranê tên girtin bi taybet piştî pêkhatina aloziyan di navbera vî welatî û civaka navdewletî, Îranê dest bi şanda endamên xwe bo welatan kiriye.

No comments:

Post a Comment