Kurdistan – Serkirdeyê Reformxwazên Îranê Mîr Hisên Musewî tekez ku îro li Îranê tu kes hest bi ewlehiyê nake û tenê riya derbasbûn li qeyrana niha vegeryan bi dengê welatiyan e.
Li gorî malpera “Ceres” ya reformxwazên Îranê, Mîr Hisên Musewî di daxuyaniyekê de derbarê rewşa niha ya Komara Îslamî ya Îranê wiha destnîşan kir, “Nina bi merema meha Remezanê tev ragihandinên desthilatê dest kirine bi propagandayên mezhebî, ew di demekê de ye ku tu kes hest bi ewlehî û aramiyê nake”.
Musewî wiha pê de çû, “Îman û dîndarî tu car ewlehiyê bi xwe re naînin û ewlehiya mirovî ji ewlehiya hikûmetê pir giringtir e, ewên ku niha li ser kursiyê desthilatê rûniştine û şeşîrê bo xelkê dêkêşin, haydarî êş û azarên welatiyan nînin û çavkaniya tirsa xelkê bo dezgehên ewlehiyê û polîsan vedigere”.
Derbarê daxuyaniya hinek berpirsên hikûmî Mîr Hisên Musewî wiha daxuyand, “Di welatekê de ku Wezîrê Îtîlaat û Pêşnimêjê înê û Sekreterê Şorayê Nîgehbar di roja ronahî de direwan dikin û boxtanan bo xelkê durist dikin, di vî welatî de ewlehî çawan desteber dibe”.
Navhatî di beşek din ya axaftina xwe de rexne li siyaseta derve ya berpirsên Komara Îslamî ya Îranê girt û destnîşan kir ku berdewamkirina vê siyasetê Îranê ber bi şerekê di gel cîvaka cîhanî dibe.
No comments:
Post a Comment