8/28/10

NY: Îran mafê kêmneteweyan bi taybet kurdan binpê dike

Kurdistan – Komîsyona mafê mirovan û komîsyona dijayetîkirina derkirina neteweyan di beyanameyeke hevbeş de daxwaz ji Îranê kirin ku parêzgariyê li kêm neteweyên wekî kurd, azerî, belûç, ereb û loran di welatê xwe de bike.


Duhî di beyanameyekê de ku kopiyeke wê gihîştiye AKnewsê, komîsyona mafê mirovan û komîsyona dijayetîkirina derkirina neteweyan yên ser bi Neteweyên Yekgirtî (NY) piştî civîna xwe di beyanameyeke hevbeş de destnîşan kirin ku Îran ji diyar kirina hejhmara kêm neteweyan di welat de xwe dûr dixe, û tê dîtin ku beşdarîkirina wan di jiyana civakî de kêmtirt ji astê çaverê kirî ye.

Ew komîston bi taybet behsa bêparbûna neteweyên Azerî, Kurd, Ereb, Belûç û …, di warên siyasî, civakî, kulturî û aborî de kirine û ji Îranê xwestine ku pabendî xala 1969’an ya rêxsitina Neteweyên Yekgirtî (NY) be ku li dijî regezperestiyê hatiye pesend kirin.

Hêjayî gotinê ye ku li Îranê 6 neteweyên cuda û çend ol û mezhebên curecur bi hevre dijîn, lê tenê zimanê Frasî û ola Îslamê (Şîeyên 8 Îmamî) bi fermî tên naskirin û netewe û ol û mezhebên din ji gelek mafê xwe yên xwezayî hatine bêpar kirin, hevdem ji ber rasthatina kurdan li hemberî wê siyasetê û xwestina maf û azadiyên xwe yên mirovî û netewî, pişka şêr berketiye û hertim hatine îzole kirin.

şm

No comments:

Post a Comment