Kurdistan – Li bajarê Damxan a Îranê erdhejek bi rêjeya 5.9 li gorî rîxter rû dan û ji ber wê 3 kes mirin û 40 kes birîndar bûn.
Li gorî televîzyona fermî ya Îranê şeva înê demjmêr “23:53:50” bi dema Tehranê, li deşta Kewîr ya bajarê Damxanê ku dikeve parêzgeha Simnan ya vî welatî, erdhejek bi rêjeya 5.9 rîxter rû da û ji ber wê 6 gund rastî zirarê hatine û ku bûye sedema mirina 3 kesan û birîndar bûna 40 kesên din.
Li gorî nûçegîhanên hundir yên Îranî piştî erdhejê heya niha 5 erdhejên biçûk jî rû dane lê ji ber wan tu kes zirar nedîtiye.
Hêjayî gotinê ye ku ji ber ketina Îranê li ser qawîşa erdhejê salane erhejên mezin di vî welatî de rû didin, heya dema amadekirina vê nûçeyê amarên dawiyê nehatine belav kirin.
No comments:
Post a Comment