(Gelek azadiyê bixwaze dive nirxa wê azadiyê jî bide).
Dr. Qasimlo
Şakir Molayî
13ê jûena îsal 21 sal bi ser teror û şehîdkirina rêberê aştîxwaz yê gelê me Dr. Ebdulrahman Qasimlo, naskirî bi peyxemberê aştiyê, derbaz bû, em piştî 21 sal ji dest dana wî rêberê mezin û namana pêyxemberê aştiyê bi awayek fîzîkî di nav xwe de, hêşta gotin û kiryarên wî bi remza serketina neteweya xwe dizanin û siyasetên wî bi çirayê rêya tekoşîna xwe dizanin.
Her çend ji destdana Qasimlo derbeyek mezin bi tevgera aştîxwazane a gelê me da, lê siyasetên rast û dirost yên Qasimlo bû çavkaniya xebatek mezin û serhildanek nû, pêşmergeyek rêber ku bi rastî rêberek bû bo her serdemekê û piştî 21 salan bi ser şehîdbûna Qasimlo, hêşta gencên gelê me û gelên din yên cîhanê, gotinên wî dikin çirayê rêya xebata xwe.
21 sal bi ser terorkirina ew mirove evîndar û bawermende, bîrmend û mêrxasê hevçerx yê Kurdistan û cîhanê (Dr. Qasimlo) derbaz dibe û heya niha jî naskirina aliyên cuda cuda yên raman, jiyan û xebata nêzîkî nîv sede tekoşîna bê rawestan, maye. Qasimlo, rêber, xwendingeh û xweşteviyê netenê neteweya xwe belkî zaf kesayetiyên diyar yên siyasî û mirovdost li asta deverê û cîhanê bûye û heye, bi ramanek din bo zaf kesan Qasimlo ramana kurd û pênaseya kurdistanê ye û îro rêz û naskirina xwe li hemberî pirsa kurdan bo peywendiya rohî ya xwe di gel Qasimlo girêdayî bi piraktîkên mirovî yên wî ve vedigerînin. Lê zêdebarî wana jî Qasimlo jî wekî netewe û niştimana xwe, ev curê ku layiqê naskirinê ye nehatiye naskirin.
Qasimlo wekî bihêztirîn rewşenbîrê dîroka hevçerx ya kurd, pitirî hemûyan giringî bi cîgirkirina kultura demokrasî û vejandina behayên mirovî di nav dîktatoriyetê de û nû bûna endîşe û wergirtina modêrnîte dida, bi merema darêştin û çespandina demokrasî, nasiyonalîzma rasyonalîzm û sosyalîsma demokratîk xebat dikir û bi mifah wergirtin ji rewşenbîriya modern yên çep, teorîk û piraktîk bi awayekî hevdem nîşan dida û kultura beşdarîkirin li cihê adeta li pey ketinê didana. Levra Dr. Qasimlo tevî haydarbûna berbilav di gel naskirina ferhengên cîhanî, rolak serekî li pênav vejandina kultura neteweya kurd li rojhilatê de lîst. Tenê rêberek bû ku ji bilî dirostkirina feza û pira peywendiya diyalog û hevkariyê di navbera rewşenbîrên neteweya serdest û bindest, hevdem jî şiyana diyalog di gel neteweya xwe şiyana bandor li her du asta deselat û civakê hebû, giringiyek taybet bi biyava giştî û nîşandana gohertinan li ser bingeha jêrxan û xesarnasiya adet û bingehên fikrî yên tak û civakê li pêvajoya dirostbûna civakek sivîl, sekolar û mirovdost de dida. Levra bi nêrîna Dr. Qasimlo, armanc tu car nedikarî alavan bide nas kirin, belkî ew alavin ku rewatiyê bi rêçareyên dirost û armancên dirost desteber dike.
Qasimlo ji bilî ku qelemekî rewan û dorost, hizrek tîj û ronahî, ziman û derbirîken xurt, siyasetvanek bê mînak û bijarde bû, ku bi kêmahî di rojhilata Navîn de manayek cuda bi peyva siyaset û siyasetkirin û siyasetmedar bexşî. Qasimlo siyaset li emrazê deselatkirin bi ser xelkê û xweşik kirina rola xirab û tepeserkirin û nadadperwerî, kire hunera daxwaz kirina pêdiviyan û berfirehkirina serweriyê û tîşk xistina ser behane anînan û dirêjedana livînên nademokratîk û dijayetîkirina yasayên dijber di gel kirameta mirov, levra em dibînin ku siyaset di hizr û kiryarên Dr. qasimlo de, pêkanîna hişyarî û têgihîştina mirov li maf û azadiyên siroştî û mirovî yên xwe ye, siyaset hunereke ku hevdem berhevhêner, parvekirina hişyariyê li civakê û teknîka mifah wergirtin ji alavan û hunera çaksaziya civakê ye. Ji aliyek din bi piraktîk axlaq di siyasetê de cih kiriye û hewla cîbecîkirina wê daye, zêdebarê şiyana bê mînak di zaniest û ezmûna siyasî de, siyaset ne ji bo gihîştin bi desolatê bi her nirxekê, belkî bo pêkeve sazan û pêkeve rabihorandin nirx danîn bo beha û pirensîpên mirovî û aştiyê terxan dikir. Ew peyve li cem Mehatmala Gandî, rêyeke ku tenê kesanek dikarin pêşiya wê bigrin ku xwe li tirsa saman, şanaziyên direwîn, xizmayetî, deselat û mirinê rizgar kiribe. Ew jî bê goman bo kesayetiya demokratîk ya kak Doktor Qasimlo vedigere, ku ji sepandina deselatê bi ser derdor û kesên din de û herwisa li çavlêkirina ne zanistî ya rêberên pêşrew bêzar bû.
Dr. Qasimlo ji bilî pêşdebirina vê siyaseta rast û dirust ku girtibû beriya xwe û cihgirkirina wan di nava tevgera Kurd de, di hundirê vê tevgerê de jî hewl û xebateke bêrawestan bo guhartinan dida, ji ber ku vê tevgerê di hindek waran de hewcehî bi reforman hebû. Her wiha ji bo derketina rûçikê delal û xweşik ji vê tevgerê re li rex raya giştî ya derveyî welat, pêwîst bû tevgerê ji hinek kar û kiryarên ne mirovane û biyom dûr be û paqij biparêze. Ji ber ku dizanî cîhan ji tevgerekê re ku têkel bi karê ne mirovane bibe, piştgîriya siyasî nake. Xebat dijî terorîzmê, dijî nasyonalîzma berçavteng, xebat ji bo cihgirkirina demokrasî û bihayên nûjen û modern di nava tevgera Kurd de, xebat dijî her cure cudahîdananeke zayendî, ragezî, olî û netewî, dijî her cure takekes perestiyekê û hwd... ji wan nirxan bûn ku Dr. Qasimlo bêrawestiyan hewl dida ku bîne nava tevgera Kurd.
Ev cure bîr kirine demokratbûn û nûjenbûna wî rêberê mezin nîşan dide ku bi anîna wan rêbazên rast û biqeîde û azîn, bo nava tevgera Kurd, bû sebebê vê çendê ku tevgera Kurd bikeve ser rêbazeke nûjen. Lewra divêt em bîr û rêbaza Dr. Qasimlo û rêniwîniyên wî rêberê mezin ku bang û gaziya wî pêkanîna civakekê pêka biha û nirxên mirovî dikir, bi kiryar di nava civakê de xurt bikin, pêşde bibin û her wiha wan cihgir bikin. Di dawiyê de ez gotara xwe bi gotinek wî rêberê mezin bi dawî tînim.
“Azadî kerametê dide mirov û rê nade însan bibe mohre.” Dr. Qasimlo
No comments:
Post a Comment