Dema ku jin çave xwe bi vê cîhanê vedike û li pey nasîn û derka wê dikeve, xwe di bin zordariya nizama deselatxwaz ya mêrserdestî de êxsîn dibîne, bi awayekê ku tevaya bihayên cinsiyetî yên wê ji nav dibe û zincîrek girêdayî bi ramanên wê ku ji xurtbûna nêrînên çewt û îdeolozîk yên 5 hezar saleya nizama mêrserdestiyê ye, raman û xwastekên wê cinsa bê deselat wekî têlan divehûne ku nîşaneya bingehên xurt yên berdedariya wî serdemî ne. rewşa ku niha jin tê de ye wê ji nasîna xwe xerîb kirye û ew xeribiye bûye sedema xeribiya civakê.
Dema ku jin bera xwe dide civaka xwe, xwe bi hejmarek zaf pirsyarên bê bersiv berbirû dibîne û gêj dibe û ji bilî mêzeyî wan kirin çi ji dest nayê, û ewa ku wek bersiv ji aliyê sîstema hakim werdgirt ji bilî tepeserî, destdirêjî û biçûk kirin tiştek din nebû. Rewşa han jin bi rêyek şaş ku tu car bi rastiyê nagîje bend kir û hindek kesan çarenivîsek wisa bê tu merceke qebûl kirin û wek teqdîrek ku ji aliyê xwedê hatibe xwe teslîmê wê kirine. Hindek din berewajî ramana yekem ew qebûl nekirin, lê di dawiyê de alternativa wan bi xwekujî û mirênê bi dawî tê. Hindek din ku tu yek ji wan ramanan qebûl nakin li hember sîstema hakim dest bi serhildanê kirine û sîstemê jî bo matkirina wan dest bi her lêbekê kiriye.
Ez jî wek kesek li wê civakê xwe di çepera wan jinan de cî dikim, ji berku bi nêrîna min cudahiya regezî nahê ramana cudahiya civakî, ez bi çave xwe dibînim ku çawan jin di civaka hakim ya mêrserdestî de tê tepeserkirin, merema min ji nivîsîna vê mijarê gotina beşek biçûk ji wan nehametiyane ku jin di civaka me de di gel wan berbirû ye û ez bi çave xwe wan dibînim, herwek li ber çave hemuyane rewşa derdnak ya jinan di rojhilata navîn bi taybetî di kurdistanê de û em bi wêrane dikarin bêjin ku rewşa jina kurd rewşa herî nebaş ya jina rojhilatî ye.
Bi derkkirina wê rastiyê naçar bi lêkolîn li ser civaka derdora xwe, malbat û nêzîkêm xwe bûm. Sîstemek ku li ser jinê hatiyê ferz kirin tenê li gor meremên xwe, jiyana jinê pêkaniye û mafê wê daye xuya kirin. Herçend ku jin li gor ramanên cinsî û fîzyolojî û saykolojî yên taybet bi xwe dîtinên cuda hene, lê sîstema hakim derketina jinê li wan çarçowên ku hatine diyar kirin bi sûç daye zanîn. Yasayên ku li ser jinê hatiye ferz kirin ne tenê ji aliyê sîstema deselatdar ya hakim, belkî ji aliyê malbatê wekî modelek biçûk ya wê nizamê, bi awayekî deqîq hatiye tenzîm kirin. Di wê sîstema biçûk de (malbat) hemû biryarek ji aliyê zilamê malbatê ve tê ret yan qebûl kirin. Bo jinê tu mafek bo gotina ramanên xwe nîne. Yan matmayiya hertimî ya axavtin li gor daxwazên bab yan bira yan zilam be. Wisa tê xuyakirin ku bêdengî tişteke ku li ser eniya jinê hatiye nivîsandin. Her tişteke jinê heya rêveçûn û cil li xwekirin û heya oslobê axavtinê ji wekî xwe reng kirine. Piştî fikrînek pitir li ser wan mijaran, min nekarî ez wê sîstema paremayî û wan nêrînên çewt bipejirînim jiberku min bi çave xwe didît ku piraniya wan zilaman di vê nêrînê dene ku dive ez jî wekî wan wê nêrînê bipejirînim û di gel keç û jinên mlabata xwe wisa bilivim, lewra min jî wekî sedan kes ji hev ramanên xwe li hemberî sîstema hakim dest bi êsyanê kir û wê nêrînê bi tundî ret dikim.
Herçend ji aliyê wan kesên xwediyê wan nêrînan tûşî sadan awayên qisan hatim lê min karî ku ez di nava nêrîna piraniya keçên devera ku ez lê dimam bikevim û wan bi jiyan dahatî û qebûl nakirina nêrînên sîstema mêrserdest rawestin.
Li gorî ew nêrînên ku ez li gorî dîrokê gihîştimê, ez di wê baweriyê deme ku dive jin li hemberî sîstema hakim ya 5 hezar saliya mêrserdestiyê raweste û di wê navberê de jî dive ku tevaya mirovên rewşenbîr alîkariya wan bikin û xwe di çepera wan de bibînin û bo gihîştin bi mafê yeksaniyê xebat û tekoşîna xwe berdewam bikin.
Bi hêviya serketina şerê jinan di gel sîstema mêrserdestî ya hakkim.
Şakir Molayî
No comments:
Post a Comment