8/28/10

Rola ciwanan di rizgarî û pêşxistina welat de

Şakir Molayî


Ciwan ew hêza bi bandor e ku çavên tev tex û qatê civakê lêye bo rizgarkirina gel û piştre avakirina û pêşketina welat e, lewma di welatekê de ku di demê pêşketinê de ye yan heya niha di bin zordariya dîktaroran de ye û rizgar nebûye rola pêşeng dilîze. Ciwanan pêwîstî bi duristkirina delîveyekê hene bo xwenîşandan û bikaranîna hêza xwe ya mêşk û cesteyî di warên curecur yên jiyanê de da ku bikarê bandore li ser derdor û civaka xwe pêkbînin. Dikare bi hewlek berdewam bibe simbola bandore di bazneyeke berfireh de û bandora xwe li ser kesayetî û tex û qatên din bike û welat û civaka xwe ber bi pêş de bibe.

Welatê me heya niha di bin çengalê hêzên dictator de û li her pêşketinekê hatiye bêpar kirin, lewma bo rizgarkirina welat pêwîste ku ciwan serkêş be lê ya herî giring ew ku ciwan li ser çend hêlên giring ku civakê pêwîstî pê heye kar bike û bikare li hemberî rewşên curecur bi xurtî raweste û pêşiya wan bigre:

Mijara yekê nasîna dîrokê ye, xebat û tekoşîna gelan di derbasbûyiya her neteweyekê de jiyana û kerameta niha ya texên civakê nîşan dide, dîrok baş ya xirab, aliyên poizetîv û nîtev yên wê bandorek yekcar zaf li jiyan û xebata nipşa nû dadinê, lewma pêwîste ciwan bi awayekî akademîk zanyariyan li ser dîroka netewa xwe bidest bîne û bikare di xebat û tekoşîna xwe ya serdem de bi kar bîne û ew bibe çavkaniyek bo rewşa nû ku tê de ye. Bi haydar bûn li dîroka gelê xwe û her wiha gelên din ciwan dikarin di polîtîka serdemê nû de beşdariyek pozetîv hebin û xwe di karên dîplomasî yên dever û cîhanê de bêbak bizanin, berevajî wê jî yanî haydarnebûn li dîrokê dikare encama nîgetîv hebe û li pêşketinên di warên cuda de ciwanan bêpar bike.

Mijara duyê nasîna rewş û siyaseta nû ya cîhanî ye, her ku diçe guhertinên mezin bi ser civaka navdewletî û awayê meşandina siyasetê di qatên cuda de rû dide, hatina pêşketin û teknolojiya sedem bandorê li tev aliyên jiyanê mirovayetiyê dike û di zêhniyeta desthilatdaran de jî bandorek hejî pêk tîne. Lewma divê ciwan xwe bi sîstema nû ya cîhanî pirçek bike, teknolojiya nû di xebata xwe de bi kar bîne, haydarî hemû awayên meşandina siyastê li cîhanê bibe û xwe di gel wan rêk bixe, da ku bikare xwe bo her pêşhateke çaverê nekirî amade bike û li hemberî wan raweste.

Mijara sêyê destnîşankirina berjewendiyên gel e, her wek aşkera ye berjewendî li ser astê cîhanê qisa yekê dike û hemû welat û tak li ser wê rêk in ku divê bi hemû awayekî û di destpêka her karekê de mirov berjewendiyên xwe li berçav bigre û bo gihîştin bi wan xebatê bike, divê mirov haydarî wan berjewendiyan be ku di hemû astan de bo gel pêwîste û her wiha divê siyasetên dem kurt û dem dirêj bo gihîştin bi armancan bên diyar kirin. Wezîrê Kerê Derve yê berê yê Brîtanyayê Çirçîl dibêje, “tev siyast û kiryarên dewleta Brîtanyayê di bin sîbera berjewendiyên welat deye”. Lewma divê ciwanên kurd berjewendiyên Kurdistanê li serweyî hemû xebata azadîxwazane danên.

Lê mixabin tev derfetên ku gencên kurd û Îranî bikarin mifahê jê werbigrin ji hêla desthilatdarên totalîter hatiye qorxkirin û ciwan nikarên wekî pêwîst xwe di warên kulturî, fenî, edebiyat, civaka sivîl û … de cih bigrin ji ber ku di welatekê de ku azadî tune be her tiştek dikeve nava bazneya siyasetê ku ew jî dê bandorek nîgetîv li ser ciwanan pêk bîne. Bo nimûne, birêvenebirina pisporiya xwe faktereke sereke yê bêberhembûna ciwanên me di warê curecur de ye û ew jî dikeva xaneya gendeliya hikûmetê û nebûna sîstemek hejî û ber bi pêş de birina welat, bo nimûne dema ku tu ciwanekê dibînî derçûyê beşa teknîkî û kamputerê ye û dest ji kar û pisporiya xwe berdaye û dest bi nivîsîna çîrok û helbestan kiriye, di hember de kesekî derçûyê beşa wêje û rêzmanê karê IT’ê dike, hemû kes û derçûyê her warekê mijûlî karê rojnamevaniyê bûne, ku ev şaşiyeke mezin e û bandorek nîgetîv li ser hizra ciwanên welatê me daniye.


Her çend ku pêwîste taken civakê hemû li gorî pisporiya xwe kar bikin û her wiha di warekê de kar bikin ku ezmûna wan di vî warî de heye, lê mixabin pêşgirtina desthilatê li gihîştina ciwanan bi astê bilind yê karê pîşeyî û pisporiyê, nebûna derfetan bo kar di pisporiya xwe de, û li hemûyan giringtir nebûna azadiya hizr û ramanê di civaka me de bûye sedema şikandina rohiyeta ciwanan ku vê yekê bandorek pir xirab li ser saykolojiyan ciwanan daniye, lewma em dibînin ku ciwanên welatên me di karvedanekê de li hemberî vî karî dest bi karên nehejî dane ku ya herî zêde bi karbirina madeyên hişber e, lê pêwîste rêxistinên civaka sivîl bi lidarxitina korbendan û her wiha belavkirina zanyariyan di vî warî de rolekî pir hejî bilîzin û alîkarek berfireh bi ciwanan bikin.

No comments:

Post a Comment