2/20/12

Barzanî soza avakirina dewletê da


Gotûbêjên ragihandina dewleta Kurdî di newrozê de, germahiya xwe ji hemû aliyan ve di rojeva Kurdî de berdewam dike.


Serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî di 59'emîn Salvegera Damezirandina Yekîtiya Lawên PDK'ê de, piştî nirxandina rewşa siyasî a deverê, Sûriyê û herêmê kir, bi rûyek ken peyamek da ciwanan ku amadevanên li holê tev rabûn ser piyan û bi coşeke germ dane ber çepikan. Birêz Mesûd Barzanî bang li ciwana kir
û bi ken got ku, xwe ji bo paşerojeke geş û şad amade bikin. Her wiha got ku, dê li deverê guhartinên mezin rû bidin. Gelo, Serokê Herêma Kurdistanê dubare mizgîniya ragihandina dewleta Kurdî da?
Jêder: Avestakurd

No comments:

Post a Comment