2/20/12

Fîlma Helebce ya Kirmizigul wê li Kurdistanê-Tirkiyê û Îranê were kişandin


Bi armanca berhemanîna fîlmekê li ser karesata Helebce hunermendê navdar Mehsûn Qirmizi Gul amadekariyan dike.


Qeymeqamê Helebce Goran Edhem ji AKnewsê re ragihand, “Stranbêj û derhênerê sînemayê Mehsun Kirmizigul serdana Helebce kir û bi me re civiya, û ji me re behsa hizra fîlmekê kir ku dixwaze li ser Helebceya Şehîd berhem bîne”.Edhem got, “Mehsun Kirmizigul soz daye me ku di heyama çend mehên dahatî de sînaryo ji bi wê fîlmê binivîse û piştre carekî din vegere Helebce ji
bo diyarkirina cihên wênegirtinê û duristkirina dekora fîlmê”.
Di axaftina wî de hat ku Mehsun Kirmizigul soz daye fîlmeke cîhanî ya astbilind berhem bîne, û wênegirtina wê fîlmê dê li Helebce û Tirkiye û Îranê bihê encamdan.
Li ser babeta wê fîlmê birêvebirê sînemaya Silêmanî Azad Sewze ji AKnewsê re got, “Ji bo berhemanîna wê fîlmê her tiştek pêwîst bike em dê bikin, û bi hemû awayekî em dê alîkariya wê stafê bikin bi mercê ku fîlm xizmetî doza neteweya me bike, û li dinyayê ew karesat zêdetir bihê naskirin”.
Helebce bi 81 kilometran dikeve başûrê rojhilatê Silêmaniyê, roja 16 meha Azara 1988 balefirên şer ên Iraqê bi çekên kîmyayî ew bajar bombebaran kir. Li gor amarên fermî di encama wê karesatê de nêzîkî 5 hezar kes şehîd bibûn û 10 hezar kes jî birîndar bibûn, hinek ji wan birîndaran jî ta niha nehatina dermankirin. AKnews

No comments:

Post a Comment