Li bajarê Kerkûk a Başûrê Kurdistanê ji ber sermayê û nebûna avahiyê bo jiyanê welatiyeke kurd qerisî.
Li gorî Ajansa Kurdistanê rêveberê giştî yê polîsên Kerkûkê Cemal Tahir ragihand ku welatiyan hêzên polîsan agahdar kirin ku welatiyekî kurd şeva xwe li jêr pira şehîdan a bajarê Kerkûkê borandiye û li wê derê jî bi sedema sermayê qerisiye û jiyana xwe ji dest daye.
Wî jêderê polîsan aşkere kir ‘’ di encama vekolînên pizîşkiyê de hatiye xuyakirin ku ew ji ber sermayê miriye’’.
No comments:
Post a Comment