Cîgirê serokomarê Iraqê Tariq Haşimî diyar kir ku wî hertim pêwendiyek baş bi kurdan re hebûye û kuştina dadwereke kurd ret dike.
Di bayanameyekê de ku kopiyeke wê gihîştiye Avestakurdê , nivîsgeha demî ya Haşimî wiha dibêje: “her çende dadgeh dibêje ku dosyaya wî nihênî û parastî ne lê her wextekê û Bexdayê zanebûn hinek nûçeyên cihê pêkenînê li ser kiryarên berê belav dike”.
Di beyanameyê de hatiye diyar kirin ku kuştina Dadwerê kurd Necim Talebanî tu pêwendî bi Haşimî ve nîne û herwiha tu qazanc jî bo wî nîne, ji ber ku Haşimî hertim pêwendiyek baş bi kurdan re hebûye.
Beyaname diyar dike ku hikjûmeta Malikî tenê bo têkdana pêwendiyên Haşimî û kurdan wan boxtanan belav dikin.
No comments:
Post a Comment