Her di destpêka pêkhatina aloziyan li Sûriyeyê Komara Îslamî ya Îranê û Hizbulaya Lubnanê hêzên xwe bo pişteaniya rejîmê şandine wî welatî û gelek caran jî hêzên wan ji hêla xelkê ve hatine binçav kirin.
Li gor nûçegihaniyên Erebî, Erteşa Azad a Sûriyê hişyarî daye ku hêzên nû ên Sipaha Pasdaran û Hizbullaha Lubnanê bo wefadarî bi Beşar Esed derbasî axa Sûriyê bûne.
Li gor çavkaniyên Ereban, di rojên dawî de di navbera hêzên Erteşa Azad a Sûriyê û Hizbullaha Lubnanê de pevçûn çêbûne. Erteşa Azad a Sûriyê dibêje ku hêzên Hizbullaha Lubnanê û herweha Sipaha Quds a rejîma Îranê bi awayek berdewam derbasî Sûriyê dibin.
No comments:
Post a Comment