Li bajarê Xozistan a Îranê ku bajarekî Ereb akincî ye alozî pêkhatin û di encamê de hêzên ewlehiyê yên Îranê 3 kes kuştin û 50 jî binçav kirin.
Li gorî nûçeya ku li bajarê Ehwazê gihîştiye peyamnêrê Avestakurdê di heyama çend rojên derbasbûyî de ji ber propaganda kirin ji bo beşdarînekrina welatiyan di hilbijartinan de hêzên ewlehiyê nêzîkî 50 kes desteser kirin.
Li gorî ku hatiye zanîn 3 kes ji girtiyan bi navên Nasir Direfşan, Mihemed Kebî û Reza Mexamsî di bin îşkenceyan de hatine kuştin û niha jî termê wan radestî malbata wan nehatiye kirin.
Hêjayî gotinê ye ku parêzgeha Xozistanê ku bi welatê Erebên Îranê tê hesibandin gelek car rastî problamên micid dibe ji ber ku xelkê wê deverê daxwaza mafê xwe yên neteweyî dikin hertin ji hêla hikûmetê tên tepeser kirin.
No comments:
Post a Comment